|
Iro 74’min salvegera þehadeta Serokê tevgera Azadîya 1925’an Þex Seîdê nemire. Þêx Seîd di 29’ê Hezîran’a 1925’a de ji alîyê dewleta hov a Tirk hat dardakirin. Dijminên Kurda wuha dizanîn kû dê bi mirina Þêx Seîd, hemû hêvîya Kurda a ji bo Azadîyê jî bikûjin. Lê bersiva xwe li wê derê û bizzat ji Þêx Seîd standin.
Ez û Þexê Delal
( Ji bo bîranîna mirovê mezin û nemir, Þêx Seîd )
Iro 74’min salvegera þehadeta Serokê tevgera Azadîya 1925’an Þex Seîdê nemire. Þêx Seîd di 29’ê Hezîran’a 1925’a de ji alîyê dewleta hov a Tirk hat dardakirin. Dijminên Kurda wuha dizanîn kû dê bi mirina Þêx Seîd, hemû hêvîya Kurda a ji bo Azadîyê jî bikûjin. Lê bersiva xwe li wê derê û bizzat ji Þêx Seîd standin.
“Dê nevîyên min rojekî tola min û a gelê Kurd ji we hilgirin”
Ev 74 salin kû ev gotina Þêxê nemir li hemû deþt û çîya û serzemînê Kurdistanê dengvedide. 74 salin kû zarokên Kurda bi sonda tola mezin têne dinyayê. Wek av û nan vê gotina Þex Seîd dixwon û vedixwon. Loma îro li bakûr gerîlla, li baþûr û rojhilat Pêþmerge hene. Û dê rojekî gotina þêxê delal bigihînin rastîyê. Rojekî......
Ez îro li Dîyarbekira þewitî mirim dayê.
Li bin sûrên bav û kala.
Li kêleka þêxê delal.
Dilê min bi hezaran sala pîr bûye.
Bibore dayê.
Minê rojekî
Di destpêka sorahîya sibê de
Li derîyê mala bavê xwe da ba.
Destek gul rihan
Ji çîyayên bal bilind
Kû bêhna azadîyê dide ji te re anîba.
Lê îro
gul rihan destên te de
Ber bi gora min ve têyî.
Þitlek bo min yek jî bo þêxê delal deyne dayê.
*
Axa ser hestîyên min dikele dîsa.
Wek marekî reþ
xwe li dora min pêçaye.
Serbilindim
Lê
Lê biçek jî xemgînim,
Xemgînim wek ava kanîyên zozanên bilind
Wek xwîna ji kezebên þewitî
hêdî hêdî diherikim
Çîroka þêxê min
di nav dilê min de hêsîr maye.
Ez,
þehîdê dû wî bûm.
Kû bi çavên herikî
Lê dinêrt.
Min ji bin axa sar bibîhse dayê.
Ji warê hestî xwaran.
Iro þêxek kuþtin li Dîyarbekir dayê.
Bi riha drêj wek þîrê te spî
Bi kincên spî wek dilê te safî.
*
Û ey Dîyarbekir!
Ey goristana Kurdên serbilind.
Ey warê kû þêxê min
wek guleka zincîrkirî ket nav milên te.
Dengê min bibîhse !
Dengê min bibîhse.
Ji nav zarokên te yî þehid diqîrim.
*
Eve,
çîroka þêxê te ye ji te re dibêjim.
Ne dil dide wî bibînim
Ne ziman digere wî bineqþînim.
Lê ez
Bê ziman diqîrim îro.
Dengê min
di hejandina pelên daran de veþartîye.
Kû li bin sîya surên te,
þahidê mirina min bûn.
Dengê min
di grîyê zarokan de veþartîye
Kû hêjî
di bin sîya tirsa dijmin de mezin dibin.
Dûkelim ez,
kû ji ser mala hêjar bilind dibe.
Bêhna birçîbûnê ji min tê.
*
He Dîyarbekir.
*
Tê kengî bibî baxê gulan
Da bilbil xwe deyne ser te?
Tê kengî bibî hêlîna bilbil,
Da gul xwe drêjke nav te ?
Þêx
ji bo te can da destê cellad.
Ey Dîyarbekir!
*
Tu bilbilî bistrê wek bilbil
Ne bê eslî bihelî bi zimanê gur.
*
Ax ax çi bêjim dayê,
Bi vî halê hestî jî derdê min girane.
*
Belê dayê,
Dîsa wextê çûnê hat.
Dengê blûra þivanekî tê guhê min,
ji dûr
jý dûr..
Dem hat,
Dema têkevim nav blûra þivan.
Û wek lorîyekî bigerim li asîmana.
Bibim bayekî hênik di nav dilê zivistana reþ de.
Belkî,
*
Belkî vê biharê zû biþkivim .
Edîp Bedîrhan
|