|
Pêvajoya TEVKURDé di Îlona 2005-an de bi civîneke giþtî ya siyasetvan û rewþenbîrên kurd dest pê kir. Siyasetvan û rewþenbîrên kurd di 5-ê Ýlona 2005-an de di civînê de xwestin ku daxuyaniya serokwezîr ya di derbarê “pirsa kurd” de ku digot “li Tirkiyeyê pirsa kurd heye, di pirsa kurd de dewletê þaþiyên mezin kiriye, ji bona çerserkirina pirsa kurd divê zêdetir demokrasî û azadî hebe û pêþbikeve” de helwest û siyaseta xwe diyar bikin.
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Pêvajoya TEVKURDé di Îlona 2005-an de bi civîneke giþtî ya siyasetvan û rewþenbîrên kurd dest pê kir. Siyasetvan û rewþenbîrên kurd di 5-ê Ýlona 2005-an de di civînê de xwestin ku daxuyaniya serokwezîr ya di derbarê “pirsa kurd” de ku digot “li Tirkiyeyê pirsa kurd heye, di pirsa kurd de dewletê þaþiyên mezin kiriye, ji bona çerserkirina pirsa kurd divê zêdetir demokrasî û azadî hebe û pêþbikeve” de helwest û siyaseta xwe diyar bikin. Bi vê rojevê re jî, “divê kurd di vê qonaxê de çi bikin?” wek pirseke gelek girîng hat minaqeþekirin. Di civînê de rojeva sirrî û aþkere li bin guhê hevûdu ketibûn. Li ser rojevê minaqeþeyên gelek girîng û bingehî çêbûn, di encamê de ji bona tevgereke nû biryar hat girtin. Ji bona vê jî, “Gruba Xebatê ya Neteweyî ya Kurd” ava bû.
Sedema avakirina Gruba Xebatê, rexistin û tevgereke nû ya reforxwaz, çalakvan, neteweyî, Kurdistanî, demokrat û hevdem bû. Hezar mixabin kesên ew karan dikirin, bi xwe piranî statuparêz bûn; ji reforxwaziyê û guhertinxwaziyê dûr bûn. Di encamê de bi kesên statuxwaz derket holê ku rêxistineke reforxwaz ava nabe. Ew statuparezî bi grubçitiya dema Þerê Sar re gihîþte hev, encameke gelek xeter derket holê. Di Kongerayê de biryar hat girtin ku tevgereke nû ya reforxwaz û Kurdistanî ava nebe, li ser bingeha grubên siyasî yên dema Þerê Sar ku wan rêxistinan mîsyona xwe qedandine, TEVKURD ava bibe û xebata xwe bidomîne.
Ez di kongreyê de li dijî vê konseptê derketim. Min, ji bona vê di Meclîs û Komîteya Birêvebir a TEVKURDê de cîh negirt. Min dîsa aþkere diyar kir, ku “TEVKURD êdî tevgereke statuparêz û kevnare û edetî ye. TEVKURD, êdý nikare pêþ bikeve, dê paþve biçe.” Piþtî Kongreyê jî, rewþa TEVKURDê û tevgerandina wê ev nerînên min rast derxist, TEVKURD ber bi mirinê çû, bi wateyeke din þibiya rêxistinên klasîk, ne hevdem, ne demokrat, neformxwaz yên mirî û yên mîsyonqedayî. Yanî TEVKURD, þibîya eslê xwe. Ev rewþa TEVKURDê bi taybetî di kovara wê derket holê. Li wir jî nesekinî, bi civîna bîranîna Þêx Sedîd Efendî û hevalên wî gihîþte merheleyeke sefaletê.
*****
Hîç þik tune ye ku bûyera daleqandina Þêx Seîd Efendî û hevalên wî, bûyereke gelek girîng, dîrokî, ji bona kurdan bûyereke jîyanî ye. Ji bona vê yekê dema grubek, komîteyek, kesek, rêxistinek, Þêx Seîd Efendî û Hevalên wî bixaze bibîrbîne, divê beriya roja daleqandinê û îdamkirinê mehekê pêþ dest bi xebatê bike. Reya giþtî bi gelek weþanan û curan agahdar bike. Ji bona bîranînê divê bernameyeke têkuz diyar bike û bi rojan li ser vê bernameyê xebat bike.
Ji bona ku bername bikeve jiyanê divê gelek kesên cidî û zanyare jî wezîfedar bibin.
Komeleya Kurd a Diyarbekîrê di sala 2005-an de, Komîteya hevbeþ ya ku TEVKURD jî di nav de di sala 2008-an de bi vê mentalîteyê bîranîna Þêx Seîd û hevalên wî rêxist û ji bona bîranînê bername çêkirin. Bername beriya bîranîne mehekê hatin amade kirin. Bi hezaran belavokên kurdî bi zarava kurmancî û zazakî), bi tirkî hatin amade kirin û din av gel de hatin belav kirin. Gelek panqertên balkêþ ku naveroka rojê ji reya giþtî re diyar dikirin, hat amade kirin. Li Lîceyê, Xeniyê, Pîranê, Erganiyê, Çewlikê, Muþê bi malbatên serok û têkoþerên Tevgera Serîhildan a 1925-an re danûstandin hat kirin. Gelek malbet beþdarî civîna bîranînê bûn.
Komeleya Kurd a Diyarbekîrê, ji bona Tevgera 1925-an Konferansek/panelek li dar xist. Konfarans ji aliyê min de hat îdare kirin. Di konferansê/Panelê de Dr. Emiîn Severî (Biraziyê Xalid Begê Cibrî), Þêx Kasimî (Biraziyê Þêx Seîd Efendî û lawê Þêx Elî Rizayî), nivîskar Þerefxan Cizirî axevtin kirin. Bi dehan beþdaran reyên xwe diyar kirin û pirs pirsiyan û bersîva pirsan girtin. Li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camîyê) civîna bîranînê pêk hat. Bi sedan kes beþdarî civînê bûn û gelek kesan axevtin kir; bi sedan wêneyên Þêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî û hevalên wan li serên xwe gerandin û bi sedan kesan wêneyên serokên Kurdistanê birin malên xwe.
Sala çûyî jî, Þêx Seîd Efendî û hevalên wî bi bernameyeke dewlemend hat bibîranîn. Bernameya bîranînê ji alýyê dadgeh û walîyê Amedê de hat qedexe kirin, lê dîsa jî bername pêk hat. Semînera derva pêk hat û siyaseta dewletê ya qedexekirinê li ber Þaredariya Bajarê Mezin hat protesto kirin. Çalakiya rûniþtinê, li hemberî dewletê û hêzên kurdî pêk hat. Li ber Mizgefta Mezin civîna çapemenî pêk hat. Li Mala Taziyê ya Lîceyê mewlîd hat xwendin. Bi hezaran belavok hatin belavkirin. Çend heb panqertên mezin hatin amade kirin.
Hezar mixabin TEVKURD îsal xwediyê bernameyeke cidî nebû. Di deqîqeya dawî de biryara civîna çapemenî hatibû girtin. Tu kes nehatibûn agahdar kirin. Berpirsiyarên TEVKURDê jî beþdarî civînê nebûn. Panqert di saet 12.59-an de vebû û axevtevan di saet 13.00-an de beþdarî civînê bû. Civînê, du deqîqeyan dom kir. Axevtina TEVKURDê du peragraf bû. Piþtî axevtinê bi lezûbes panqert hatin civandin. Qada civînê hat terk kirin.
*****
Ev çalakiya TEVKURDê sefaleteke mezin bû. Ev sefelata bes girêdayî çalakiya rojane nebû. Ruh û karaktera TEVKURDê diyar dikir. Gorî baweriya min, çalakiya bîranîna Þêx Seîd û hevalên wî, îflasa TEVKURDê diyar dikir.
Çalakiya TEVKURDê derxist holê ku ji cerinbandinan jî nayê îstifade kirin.
Ez di wê baweriyê de me, ku divê TEVKURD careke din rewþa xwe û pêþeroja xwe cidî ji çav derbas bike. Lewra nerînên ku min di kongreyê de di derbarê TEVKURDê de anîbûn ser zimên rast derdikevin.
Amed, 01. 07. 2009
|