Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Taraflar mevzide
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
Aðýr Ceza Mahkemesi Baþkanlýðýna
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Evetçiler
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
AKP ve PKK
Aydýn Dere
      
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.
   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   RÖPORTAJ


www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 72

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
Kurdi: Baksî, Walrafê Kurd(II)-Mirhem Yiðit
Posted on Çarşamba, 30. Aralık 2009
Topic: Kurdi

Baksî naskiriye, roja cenazê wî birêkirin Kurdistanê, li ber deriyê nexweþxaneya Karolinska li Stockholmê rê û rêwanî nema, li ser goristana Amedê jî wiha. Ew yek û Mehmed Uzun dudo, dinya rabû ji bo wan, koça Ahmed Kaya jî deng da. Berê kes bi rewþenbîr û kesayetiyên kurd nedihesiya, bêdeng û bêpêjin diçûn, di nav bêkesûkûsiyeke tîr û tarî de serê xwe datanîn, noqî nav derya jibîrabûnê dibûn, çavvekirî û bi dilekî þikestî rihê xwe teslîm dikirin.



Baksî, Walrafê Kurd(II)-Mirhem Yiðit

Baksî naskiriye, roja cenazê wî birêkirin Kurdistanê, li ber deriyê nexweþxaneya Karolinska li Stockholmê rê û rêwanî nema, li ser goristana Amedê jî wiha.

Ew yek û Mehmed Uzun dudo, dinya rabû ji bo wan, koça Ahmed Kaya jî deng da.

Berê kes bi rewþenbîr û kesayetiyên kurd nedihesiya, bêdeng û bêpêjin diçûn, di nav bêkesûkûsiyeke tîr û tarî de serê xwe datanîn, noqî nav derya jibîrabûnê dibûn, çavvekirî û bi dilekî þikestî rihê xwe teslîm dikirin.

Memdûh Selim, Nûredin Dêrsimî, Þerîf Paþa, Nûredîn Zaza û bi dehan  rewþenbîr û têkoþerên me heta salên dawî jî li derveyî hejmareke biçûk, zêde hayê kesî tunebû ji wan.

Romana Mehmet Uzun, Siya Evînê þahid e, Bîra Qederê jî wiha.

Heger îro rewþ bi rengekî din e, têkiliya vê bi xwurtbûna tevggerarizgarîxwazî re heye. Kurd hiþyar in, ji hev bixeber in û tu ji kîjan alî bigire bigir, neteweyîtir in, bêhtir xema hev dixwin, bi hev dêþin, bi hev þa dibin.

Baksî naskiriye, belê naskirina îro tê xwestin kûrtir e, divê kûrtir be.

Çend roj in di ber gelek tiþtên din re li ser Baksî difikirim, hewil didim xwe hinekî bi nav rojnamevaniya wî de berdim, min dît û dibînim ku tiþtê em zanin, ji me we ye em zanin, kêm e, vêl e, sererû ye, nîvrê û dûre ji temambûnê.

Lêkolîneriya me lewaz e, wiha bi minasebet e, ji salvegeran heta bi salvegeran e.

Di vê salvegerê de ez dê hinekî li ser aliyekî Baksî, aliyê rojnamgeriya wî bisekinim, aliyên din bila niha bimînin.

Rojnamevaniya Baksî, têkiliya Baksî bi pênûsê re temenek e, hê di bîst û sê saliya xwe de ji diya xwe dibe.

Li welat, li Batmanê dikeve rê û di qonaxa li Siwêd de bi dirêjaya 22 salan neteweyî, kurdistanî, siwêdî, navneteweyî û gerdûnî dibe.

Rê û rêwîtiyeke ji yekzimaniyê ber bi çend zimaniyê de diherike, ji rojnamevaniyeke lokal, ber bi yeke cîhanî de dikeve rê, berdewam xwe tekûztir û bersivdartir dike.

Ast û sewiya rojnamevaniya wî radibe, distewe, xwe derbas dike û derdikeve jorayîyeke Gunterwalrafî, Oriana Felaciyane û Hwd.

Ew êdî ne rojnamevan e, nerojnamevanekî ji rêzê, ew rojnamevanekî popûler e di nav kurdan de, heta ji bo demekê mirov bêje helî popûler wê ne bêcîh be.

Êdî li Siwêd û bi taybetî di cîhana medya Siwêdî de kesê wî nas neke, di rojnameya Aftonbiladet de, di Ny Dag yan jî di Cilarte de, ew nexwendibe, ji bernameyên radyo, televizyonan çavên wî/wê lê neketibe dengê wî nebihîstibe kêm dibe.

Roj hat ku bû rêwiyê Awusturalya, di nav salên 1984-1986 an de ji wur dageriya Emerîka, di ser Qeneda û Londra re giþ Ewropa bost bi bost li hev xist.

Daket Qibris, xwe berda Rojhilata Navîn, ket Baþûrê Rojava, li perçên Baþûr û Rojhilat bi Mam Celal re, bi Þêx Izedin Hiseynî re, bi Dr. Rehman Qasimlo re rûniþt, ket sohbetên wan û bi wan re hevpeyvîn çêkirin.

Encamên van ger û seferan kirin berhem, rêzenivîs, rêzemeqale, di medya kurdî, siwêdî û welatên din de weþand.

Qetlîama Qamiþlo, hovîtî û mesakra general Evren teþhîr kir, bala cîhanê kiþande ser.

Ev bûyera rojnamevanî bû dersek ji barbariya mlîtarîst re, bê encam nema:

a.Dewleta tirk careke din wiha bi hesanî cesaret nekir qetlîamên xwe li Baþûrê rojava bidomîne.

b.Dewleta Sûrî jî êdî dît ku keç û kurên kurdan wiha wek qurman li ber avê nehatine, xwîna wan ne wek difikire erzan e.

c.Ev ji bo siyasiyên Bakur li Baþûrê Rojava jî bû hiþyariyek ku ha ji xwe bikin, xweneþemirînin û bahweriyê bi dewletên dagîrker û dewelta Sûrî neyînin.

Di heman sefera xwe ya li Sûrî de bi serok Ocalan re jî hevpeyvînek kir û ev hevpeyvîn di radyoyên Siwêdê de da weþandin ku îro kêm kes zanin û agehdarên wê ne.

Rojnamevan Baksî di cihê xwe de nedisekinî, wek Marko Polo, Ewliya Çelebî di coxrafyake fireh de þopa xwe hiþt, mohra xwe li bûyerên mezin xist.

Berê topên xwe da generalên 12 ê Ilonê, sefaretxane, komele, federasyonên li Siwêd, Elmanya û welatên din yên Ewropa ku dirêjayî û dewama cûnta leþkerî bûn.

Li Parîsê bi qirika Wezîrê Derve yê Cûnta Evren Turan Guneþ girt, bela xwe di Nazli ilicak de da.   

Dagîrkeriya 1974 an li Qibrisê, zilm û zora hikûmeta Ecewît û artêþa Tirk riswa kir, bi siyasetmedarên rûm re li ser asta berz hevpeyvîn çêkirin û di rojnameyên mezin yên mîna Aftobladet de weþandin, bala raya giþtî li Siwêdê kiþande ser kirinên dewleta tirk li Qibrisê.

Bû zengil û naqosa hiþyarkirinê, wek Mêhdiyê roja qiyametê ban gel dike, ban çepê tirk kir û wiha qêriya: neçin, neçin ser sifra Tecal, ew we dixapîne, tiþtê hûn dibînin ne rast e, xeyal e, sexte ye,  sehwêr e.

Wiha, çawa li gora pirtûkên olî Mêhdî  ban kesên ji rêketî û jirêderketî dike û çendî ji destên wî tê berê xelkê ji sifra Tecal dughere, di salên 1986-87 de dema Sekreterê TKP, Partiya Kominîst ya Tirkiye Haydar Kutlu, hunermendên mîna Cem Karaca û Zulfu Liwanelî vedigerin Tirkiye, dibêje û dibîlîne. ji bo hiþê xwe bînin serê xwe û bi gotinên dewletê nexapin, bi îdealên xwe re xayin nekevin, bi rojan nivîsand û gihande her alî.

Wiha digot:

„ Cûnta Evren mixalefet û opozisyona li hundur perçiqand, ji hev xist, anî xwarê, niha jî bi alîkariya konsolosxane, komele, federasyon, nîvrewþenbîr û qulpokên rojekê çep û pêþverû bûn, derve jî tesfiye dike“.

Didome...

Mirhem Yiðit

mirhemyigit@hotmail.com


Baksî, Walrafê Kurd(II)-Mirhem Yiðit

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu tutulamayız.





Ortalama Puan: 1
Toplam Oy: 5


Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Kurdi:


Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2009 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.