Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
Kurdi: BANG Û AGAHDARÎ! Posted on Pazartesi, 15. Mart 2010
Topic: Kurdi
Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (TEVKURD). bi hevkarên xwe (MESOP, DEMA NÛ, RİZGARÎ, ÇİRA) û bi HAKPAR-Şaxa Amedê û Însiyatîfa DÎCLE-FİRATÊ, bi munasebeta 22 emîn salvegera Jenosîda Kurd (Helepçê) civîna bîranîn û şermezariyê organîze dike.
BANG Û AGAHDARÎ!

Li vê gorê;
Roja 16-ê Adarê siet di 11.45-an de li ber AZC/Plazayê (Ofîsê/Amed) bi şîara “Ji bîrkirin mirin e, em Helepçê tu carî ji bîr nakin!” em ê bicivin û daxwiyaniyê bidin çapemeniyê.
Her weha em ê ji bo hemû şehîdên azadiyê û qurbaniyên Helepçê du deqîqe rawestandina rêzgirtinê bigrin, fatîha bixwînin, dîmen û sloganên bîranîn û şermezariyê hilgirin!
Heman rojê siet ji 13.00-an heta êvarê li Kolana Hunerê bi organîzekirina Komela Çira dê pêşanda slaytê, resim, afîş û axaftin werin amade kirin.
Em banga hevkarî û piştgiriyê li hemû Kurda û aktîvîstên mafê mirovan dikin!