Bo statuyek nû: BOYKOT Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 02. Eylül 2010 (325 okunma) KonuKurdi
Di 12 îlonê de çend xalên zagon û destûra bingehîn, qanûna esasî ya Tirkiyê bo armanca geherandinê û bi riya referandumê tên ber gel. Ne tenê tirk her ûsa kurd jî ketine danûstandinek, mineqeşeyek germ û kur. Hinek piştgiriya paketa AKP’ê dikin û dibên erê, hinek jî dij derdikevin û dibên na. Piraniya kurdan jî dibên, ev ne karê me ye, em naçin ser sandoqan û destûra tirk boykot dikin.
Carlsson û Lago piştgiriya Evin Çetinê dikin Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 27. Ağustos 2010 (455 okunma) KonuKurdi
Serokwezîrê Swêdê yê berê (1986-1991 / 1994-1996) Ingvar Carlsson û şaredarê Sodertaljeyê û polîtîkarê nasdar Anders Lago duhî di şeva piştgiriya Evin Çetin de amade bûn û bi şêweyekî eşkere piştgiriya xwe dane Evin Çetinê.
Hûn çawa gihîştin biryara 1’ê Hezîranê? Gönderen Hasan Tarih: Salı, 24. Ağustos 2010 (760 okunma) KonuKurdi
Pêşîn gotin ‘pêşîlêvekirina kurd’, ‘pêşîlêvekirina demokratîk’ û piştre ‘projeya biratî û yekitiya neteweyî’. Naveroka vê ev e; Tevgera Azadiya Kurd di warê leşkerî de Zap û di warê siyasî serkeftina ku di 29’ê Adarê bi dest xist, xwest ku pêvajoyeke nû bide destpêkirin.
Hebûna me li vir garantiya gelê bașûr e Gönderen Hasan Tarih: Salı, 24. Ağustos 2010 (845 okunma) KonuKurdi
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Bozan Tekîn , di hevditinekê da, li ser rewșa siyasî bi me re peyivî, pirsên cuda hatine qadê, lê tev ĵî li dor rewșa siyasî û civakî a KCK’ê û gelê Kurd bûn. Ev pirs li bersivan di geriyan, ewî ĵî xwe lê kire xwedî.
Rojnama Agirî Derket Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 23. Ağustos 2010 (380 okunma) KonuKurdi
Silav û rezên germ û gurr ji Kurdistanê Hejmara 141 ya Duheftînameya Agirî ligel 4 rûpelên taybet bi 25 ê Gelawêjê salroja avabûna PDKÎ,derket û roja 22.08.2010’an çap û belav bû.
FAŞÎZM Û NAZÎZM-M. Elî Tuysuz Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 22. Ağustos 2010 (885 okunma) KonuKurdi
Ew îdeolojî pir hov e. Peyvên wek nîjad an jî neteweya mezin cîhekî girîng di vê îdeolojiyê de digrin. Hîmê vê îdeolojiyê herçiqas gelek fîlozafan behs kiribe jî, Musolînî yê Îtalya û Hîtlerê Almanya avêtiye. Faşîzma Hîtler gelek caran bi nazîzmê jî tê binavkirin.
Şanoya Kurdî li Qersê rastî coşeke mezin hat Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 19. Ağustos 2010 (465 okunma) KonuKurdi
12 ciwanên ku di Atolyeya Şanoyê ya ji aliyê Şaredariya Bajaroka Bazarcixê ya Qarsê daye dest pêkirin perwerde dîtin, yekemîn lîstika xwe ya bi navê "Ji Bazarcixê çend çîrok" pêşkêş kirin. Mamosteyê atölyeyê û derhênerê lîstikê jî lîstikvan û derhêner Aydin Orak e.
Weşana Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Almanya Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 18. Ağustos 2010 (560 okunma) KonuKurdi
Kovara Lêkolîn hejmara 15´an ya Havîna 2010´an derket. Mijara vê hejmarê li ser 112 saliya salvegera rojnamegeriya kurdî ye. Hejmar ji pêşgotineke dirêj, heft beş û 12 gotaran pêk tê.
Xwedi li Dr. Ismail Beşikçi derkev Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 18. Ağustos 2010 (580 okunma) KonuKurdi
Ji ber vê nivîsê, 11 mîn Dadgeha Cezayê Bilind, li alim, mamostê me û endamê rumetê yê Kurdocide Watch-CHAK, Dr. Ismail Beşikçi doz vekirîye û mahkema wî dom dike.
Romannivîserekî jîr û romanên wî yên hêja Gönderen Hasan Tarih: Salı, 17. Ağustos 2010 (985 okunma) KonuKurdi
Metîn Aktaş nivîskarekî kokkurd e û gelek berhemdare. Bi dehan romanên wî yên hêja hene. Romana wî ya bi navê “Nîşancî” ku li ser serhildana Şêx Saîdê nemire, ew kir navdar û bi saya wê romanê ew di nav xwendevanên kurd de û di qada siyasî ya tevgera netewî û demokratîk a bakurê Kurdistanê de hate nasîn.
Albuma Rodî ya bi navê “Tazî” derket Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 11. Ağustos 2010 (945 okunma) KonuKurdi
Rodî di sala 1978’an de li qeza Depê (Karakoçan) hate dinê. Berî gelek salan bi muzîkê têkildar bû. Di nava demê de têkiliya xwe bi muzîkê re pêş ve bir û giraniya xwe bêtir da vî warî.
Albûma 3. ya Destan bi navê BÊ TE NABE derket Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 09. Ağustos 2010 (940 okunma) KonuKurdi
Albûma 3. ya sitiranbêjê Kurd yê ciwan Destan ya bi navê BÊ TE NABE derket. Albûma Destan, li Ewrupa ji aliyê Korek Muzîk, li Tirkî û Kurdistanê jî ji aliyê Ses Plak ve hate weşandin.
Belgefilma Bêrîvan Bazarcixa Qersê ye... Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 06. Ağustos 2010 (765 okunma) KonuKurdi
Belgefilma bi navê "Destaneke Serhildanê: Bêrîvan" wê di 8’ê tebaxê de, di 10.00 û 19.00’an de bi tevlêbûn û gotûbêja derhêner Aydin Orak li Bazarcixa(Dağpınar) Qersê li salona Şaredariya Bazarcixê bê pêşandan.
Rohat Alakom û Bob Dylan-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 06. Ağustos 2010 (850 okunma) KonuKurdi
Mirhem Yiğit: ” Ez gelek kêfxweş im ku ez û Bob Dylan dibin hemwelatiyên hev”. Em jî gelek kêfxweş in ku em van herdû hemşeriyên hev, bi eslê xwe ji Kaxizmana Qersê; yekî ji dûr de û yê din jî ji nêzîk de nas dikin.
Dersên kurdî-Zanyariya Civakî(16) Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 01. Ağustos 2010 (900 okunma) KonuKurdi
Ramanên marksîst, di destpêkê de li Fransa û Îngîlîstan û piştre jî li Almanya, hemû Ewrûpa û li cîhanê belav bûn. Marksîzm teorîyek e û sosyalîzm jî îdeolojiya çîna bindest e.
Li bayê bezê Kurd û Kurdistan Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 01. Ağustos 2010 (900 okunma) KonuKurdi
Mirhem Yiğit:Kesên Apê Mûsa Anter nas dikin zanin ku ew hosteyê gotina kurt, belê tije, barkirî, mişt, li dev û bi rengekî ku ba di ber re nediçû dinîvîsand. Em jî îro, em dê hewil bidin bi awayekî mûsayî di çend bêhnikan de, di kurteçavavêtineke li bayê bezê, heta tu çavên xwe bigre û veke de, di çend xalan kurt û bineretî de, kurd û Kurdistan binav bikin:
Ji Serokatîya Cezaya Giran re Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 30. Temmuz 2010 (775 okunma) KonuKurdi
Dozgerên Birêz, Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêkeke gelekî girîng ku jîyana Tirkiyê ya civakî, sîyasî, aborî û ewlekarîyê gelekî ji nêzîk de eleqeder dike. Ev yek di serê pirsgirêkên wiha de tê. Ev rewş di hin daxuyanîyên Serokwezîr de jî dîyar dibe. Di Cotmeha 1991’ê de, Serokwezîrê wê demê Suleyman Demirel got ”em realîteya Kurd nas dikin”. Lê li ser hişyarkirin û rexneyên der û dorên desthilat, li vê gotina xwe xwedî derneket, pêwistîyên vê gotinê pêk neanî.
Dersên kurdî-Zanyariya Civakî(15)-M. Elî Tuysuz Gönderen Hasan Tarih: Salı, 20. Temmuz 2010 (1150 okunma) KonuKurdi
Konservatîzm li dij ramanên dema ronahiyê reaksiyonek bû. Rêvebiriya wê îdeolojiyê berê Edmund Burke û piştre jî Hegel dike. Ji bo vê xetê kevneşopî, dîn, aqil û netewe peyvên girîng bûn.