Dersên kurdî-Zanyariya Civakî(8)/BAJAR Û PAYTEXT Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 18. Mart 2010 (1755 okunma) KonuKurdi
M. Elî Tuysuz : Dema ku gundek gelek mezin bibe û hejmara însanên ku li wî gundî rûdinin şeş-heft hezarî derbas bike, ew gund êdî dibe bajar. Hejmara însanên bajarekî dikare ji çend hezarî bigre heta milyonan be. Ji bajarên biçûk re navçe dibêjin. Bajarên ji deh miljonan zêdetir jî hene. Wek Pekîng, Parîs û Stenbol.
Newroz Doh û Îro(1)-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 18. Mart 2010 (1785 okunma) KonuKurdi
Newroz îro yek ji rojên helî popûler e, kesekî navê Newrozê nebhîstibe maye gelo ? Ne bi tenê kurd, belê Tirk, Ereb Faris û heta Ewropiyên navê Newroz bihîstine, hayê wan ji têkiliya vî navî bi kurdan re çêbûye jî ne hindik in. Nefikirin, bi taybetî ji bo ciwanên di bin 20 an re ku doh jî ev wiha bû.
Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Be Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 18. Mart 2010 (1820 okunma) KonuKurdi
2010 sal in, ku agirê Newrozê li çiya û banên Kurdistanê vedikeve û rêk û jiyana me Kurdan ronî dike. Kevneşopiyê, ku bi ruxandina rejima mêjîxarê Dehak ji aliyê Kawayê Hesinker ve destpê kirî bû, îro jî berdewam e.
BANG Û AGAHDARÎ! Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 15. Mart 2010 (1570 okunma) KonuKurdi
Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (TEVKURD). bi hevkarên xwe (MESOP, DEMA NÛ, RİZGARÎ, ÇİRA) û bi HAKPAR-Şaxa Amedê û Însiyatîfa DÎCLE-FİRATÊ, bi munasebeta 22 emîn salvegera Jenosîda Kurd (Helepçê) civîna bîranîn û şermezariyê organîze dike.
Koçberiya dawî ya Lazarev ji bo gelê kurd windayiyek mezin e Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 13. Mart 2010 (1340 okunma) KonuKurdi
Prof. Mixaîl Semenovîç Lazarev, yek ji zanyarên kurdnas ê herî bi nav û deng ku ji 50 salî zêdetir e derbarê kurdan, dîroka kurdan û pirsgirêka kurd de xebat kiriye, di 7ê Adara 2010an de li Moskovayê çûye ser dilovaniya xwe.
Malbatên Şehîd û Windayan-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 12. Mart 2010 (1155 okunma) KonuKurdi
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan ne her sazî ye. Di nav saziyên heta niha hatine û çûne de û ji niha û pêde jî wê bên û herin de, ev sazî, saziya helî xweser, saziya ji her saziyeke din zêdetir rih, xwîn, ked û tehba şoreşê ye.Damezrêner, endam, xebatkar, çalakvanên vê saziyê jî, kesên dibin stûn, eleman, çalakvanên wê jî, ne herkes in. Ew malbat û kesayetiyên kezebşewêt in, ji herkesî zêdetir xwedîbedêl in; dê û bavên keç û kurên şehîd, xwişk û birayên şehîdan, zarwên dayik û bavên şehîdan in.
Evdile Koçer Rewşa Wêje û Zimanê Kurdî Dinirxîne Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 11. Mart 2010 (1735 okunma) KonuKurdi
Nivîskar Evdile Koçer berî demekê li Mêrdîn û Sêrtê tevlî panelên ser wêje û zimanê kurdî bû. Wî serdana gelek bajarên din ên Kurdistanê jî kir û rewşa ziman, wêje û rewşenbîriya kurdî ya li welêt ji nêzîk ve şopand.
Dersên Kurdî-Zanyariya Civakî (7)-M. Elî Tuysuz Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 10. Mart 2010 (1465 okunma) KonuKurdi
Gund civakeke biçûk e. Mirov dikare bibêje, gund civaka yekem ya dîrokê ye. Însanên pêşîn an jî însanên destpêkê, di avakirina gundan de, destpêkirine û bi hev re jiyane.
Polîtîka Rêverkirinê-İsmail Beşikçi Gönderen Hasan Tarih: Salı, 09. Mart 2010 (1625 okunma) KonuKurdi
Tê famkirin ku di polîtîka hikûmetê, ya rêvekirinê de hin pirsgirêk derdikevin. Em dibînin ku burokrasîya leşkerî û ya sifîl, dadgehî û zanîngeh li hember guhertinê disekinin, dixwazin guhertinan bisekinînin. Li gel arteşê, dîyar e ku dadgehî û zanîngeh, weke sazîyên ku hewl didin guhertina civakî, sîyasî û demokratîkbûnê disekinînin.
Sê Salveger Yan jî Xwedênenasî û Kafirbavî Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 08. Mart 2010 (1750 okunma) KonuKurdi
Meha Adarê, meha Newrozê bi qasî cejna jinan û ji ber cejna neteweyî, meha şahî û qehremaniyê ye, çendewqasî jî bûye mextel û hêlîna tirajediyên mezin, xwênawî û nebixêr. Em di nav pîrozbahî û protestoyan de dikevin rojên Adarê û derdikevin.
KOMKAR-EU Newrozan pîroz dike Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 08. Mart 2010 (2445 okunma) KonuKurdi
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR.EU, dest bi pîrozkirina şahiya Newrozê kir. Şahiya yekemîn, di 6´ê Adara 2010´an de, li Elmanyayê, bajarê Wuppertalê hat li dar xistin. Newroz, bi beşdarî û peyamên şexsiyet û delegasyonên partiyên Kurdistanî û yên Ewrupî bi coşî hat pîrozkirin.
Şermezarkirin/Rêvebiriya Yekitiya Mamosteyên Kurd Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 08. Mart 2010 (1325 okunma) KonuKurdi
Bi sedan polêsên eskerî yên Belçîkî bi tevê polêsên tirk, yan jî nijadtirk roja 4 sibatê 2010 bi awayekî rûpoşî, bi hovaneyeke ruxandinî di ser ROJ TV e û saziyên kurdan re girtin.