Encama Konferansa Dersimê ya li Stockholmê Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 29. Ocak 2010 (2510 okunma) KonuKurdi
Konferansa Dêrsimê li Stockholmê ku di 24 Çileya Paşîn 2010 de pêk hat, û ji aliyê Kurdocide Watch ê hatibû organîzekirin, li ser êş û birînek me, dengek & rengek netewî, û hevkariyek xwezayî pêk anî û bi saya dostên Kurda bû cihê niqaşên balkêş û berdewama kampanya û niqaşek navnetewî.
Pêwistiya bi Dîrokê-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 29. Ocak 2010 (2210 okunma) KonuKurdi
Dibe ku hûn bi pirsekê ji van pirsên jêrîn re hatibin himber hev yan jî dibe ku rojekê hûn bi wan re bêne himber hev: Ev çend sal in tu li Elmanya yî, li Siwêd î, li Holenda yan jî li Rûsyay î ? Sala 12 ê Ilonê, kodeta Kenan Evren çêbû tu çend salî bû ? Peymana Sewrê berî bi çend salan bû gelo û çi dixwest vê peymanê ? Yan jî Kurdistan çend hezar sal kevin e? û Hwd.
RASTİYA MA-İlhami Sertkaya Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 29. Ocak 2010 (2400 okunma) KonuKurdi
Rastiya ma, biyo ser u bın, her çi verê çıman de ro. Çım est o, qayt keno nêvêveno, çım est o, qayt mekero ki vêneno. Seba vênıtene, tenya çım nê, ‘çımê aqıli’ lazım o.
Jiyana perwerdeyeke bêsekin e (IV)-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 25. Ocak 2010 (2385 okunma) KonuKurdi
Dawiya salên 1800 î û ber bi destpêka salên 1990 î de Kurdistan dikeve qonaxeke berhemdar. Rojnameya Kurdistan derdikeve. Pêşî di nav kurdên li Stenbolê de û piştre jî li hejmarek bajarên Kurdistanê, komele ava dibin, weşan û çapemeniyek dikeve jiyanê.
Civîna Hevkariya Saziyên Kurd li Ewrûpayê Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 25. Ocak 2010 (2745 okunma) KonuKurdi
Li salona Instituya kurd li Stockholmê bi beşdariya nûnerên Instutî, rêxistinên civakî û çandî, weşanxaneyên kurd, siyasetmedarên ji partiyên swêd û Şerafetîn Halîs parlementer BDP, nivîskar û rewşenbîrên kurd civînek hate lidarxistin.
Kurdê Sînornenas-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 23. Ocak 2010 (3130 okunma) KonuKurdi
Min, Neco ji sala 1972 an û pêde nas dikir. Wê demê ez li Pragê bûm. Neco û Emer Çetin ji ber bûyera Şivan û Seîd Elçî di ser Başûrê Rojavayê welat re xwe gihandibûn Çekoslowakya. Demekê em bi hev re li Yurda „Podoli“ di heman odê de man. Wan dixwest li Çekoslowakya bimînin.
Parlamenterê BDP yê Dersimê Halis: Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 22. Ocak 2010 (2605 okunma) KonuKurdi
Parlamenterê DTP/BDP ê yê Dersimê Şerafettin Halis di 1956 an de li Xozatê hatiye dinyê. Dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwendiye. Helbestvan e û pirtûkek wî bi navê ”Nûpelda” belav bûye.
Şerafettin Halis ji bo beşdarbûna Konferansa Dersimê, tê Stockholmê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch ê li Stockholmê di 24 Çileya Pêşîn 2010 de tê lidarxistin. Me xwe gihand birêz Halis û wî bersiva pirsên me da.
Hevpeyvîn bi Dr. Huseynê Xelîqî re Gönderen Hasan Tarih: Salı, 19. Ocak 2010 (1510 okunma) KonuKurdi
Mîrhem Yiğit: Doktor em di meha damezrandina Komara Kurdistan de, ango di meha Çile de ne. Vaye salvegera 62 an jî hat. Berî bi 62 salan li meydana Çarçira Pêşewa Qazî, Komara Kurdîstan îlan kir. Di dîroka Kurdan de cihê vê rojê, deng, olan û hêza wê, bandêra wê li ser salên piştî xwe di nav Kurdan de tê zanîn. Îlana Komarê li ser asteke berz bilaşûgewdbûna kiyaneke neteweyî ye, yan na?
Dersên kurdî - Zanyariya Civakî-M. Elî Tuysuz Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 18. Ocak 2010 (1920 okunma) KonuKurdi
Divê ku her pirtûka li ser civakê bi însên destpê bike. Dûre mirov behsa civak û pirsgirêkên civakê bike. Min jî wisa kir. Tekst ji dûhev hatin û ew pirtûka zanyariya civakî derket holê.
Araf li Rihayê rastî coşeke mezin hat Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 18. Ocak 2010 (2290 okunma) KonuKurdi
Lîstika şanoyê ya kurdî “Araf/ Navbera Du Welatan De” ku ji aliyê Cîhan Şan ve hatiye nivîsandin û dernêneriya wê ji aliyê lîstikvan Aydin Orak ve tê kirin li Rihayê rastî coşeke mezin hat.
Memzînane-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 15. Ocak 2010 (2235 okunma) KonuKurdi
Yên direqisin, yên distirin, yên ketine sohbetên kûr, yên bi çavan bi hev re diaxivin, raman û hestên xwe bi riya nerîn û awurên xwe ji hev re dişînin, yên sozan didin hev, sozan ji hev distînin, yên behsa dinyayê, pirsgirêkên jiyan û xweşiya salê dikin... qîr û qiyamet e.
Pirsa Serokê Dalkurdê di Meclîsa Swêdê de Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 14. Ocak 2010 (2535 okunma) KonuKurdi
Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil (Muxtar) ji aliyê dadgeha Turkiyê ve ji ber ku hizirên xwe bi kurdî di dema hilbijartinên herêmî li bakurê Kurdistanê anîbû zimên, bi nêzî 1 sal hepis hatibû ceze kirin. Pirsa Kizil doh di meclîsa Swêdê de, di civînek taybetî ya çapemeniyê de bû cihê niqaşê.
Ciwan Haco Konferansa Dersimê Vedike Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 14. Ocak 2010 (3535 okunma) KonuKurdi
Cihê kêfxweşiyê ye ku hêja Ciwan Haco bi dengê xwe yê xweş beşdarî konferansê dibe. Hunermendê mezin yê Kurd Ciwan Haco di muzîka Kurdî de ekolek bi sere xwe ye û konferans bi stirana “Dersim welatê ma yo” dest pê dike:
Sê Damarên Jiyanê(III)-Mîrhem Yîgît Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 10. Ocak 2010 (1625 okunma) KonuKurdi
Navê hevala Zeyneb yê rastîn Tulay Zeyneb Şenyurt e. Sala 1999 an ketiye nav rêzên gerîla. Bi eslê xwe ji Bingolê ye, ji Stenbolê ketiye nav tevgerê. Ez û ew, demeke dirêj em bi hev re man, me heman xebat parvekir.
‘’LA-LAWO RAYA XO DE ŞO!’’-İlhami Sertkaya Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 09. Ocak 2010 (2620 okunma) KonuKurdi
Na, rastiya to wa. Rastiya to, kamiya to, zonê to de ro. Na dınya de, şıma çı wazenê bıwazê, eger ke wastena şıma, ebe rastiye u kamiya şıma me bo, qimetê xo çin o.