„Medya Güneþi“ jî di bin van þertan de di Nîsana sala 1988’an de, ango 22 sal berê derket. Wê demê li metrepolên Tirkan bizava demokratîk û ya civanên zanîngehan jî di nava tevger û lêgerînekê de bû. Ji sala 1987’an þûn de li pey hev gelek kovar û rojnameyên demoqrat û çepgir derketin. Wê demê wek ciwan û xwendekarên Kurd me ji wan hêvî dikir ku ew mijara Kurdî bînin zimên û behsa zilm û zordariya dewletê ya li ser gelê me bikin. Lê mixabin ew hêviyên me hemî vala derketin. ****************************
Hevpevyîn bi Cemal Özçelik re
Nivîskar û rojnamegerê Kurd Cemal Özçelik bi eslê xwe ji Dêrîka Çîyayê Mazî ye. Wî cara yekem di sala 1988’an de, xwe bi kovara Medya Güneþi bi gelê Kurd naskirin da. Ew xwedî û berpisiyarê vê kovarê bû. Ji wê demê vir de gelek pirtûk nivîsîye. Zêdeyî 13 sala ye li Swîsrê dijî. Li wêderê, li Zanîngeha Bernê Arkeolojî weke beþê sereke û weke beþê duyem û sêyem jî Etnolojî û Fîlolîjîya Rojhilat xwendîye.
Li Baþûrê Kurdistanê, piþtî 12’ê Îlonê, di rojnamegerîya Kurdî de, cara yekemîn kovara Medya Güneþi derket. Wê demê me Lîse dixwend, bi rastî jî ew kovar weke rojekê li me hilat. Di nav ciwanên Kurd de bu ekolek. Bi vî awayî Medya Güneþi di dîroka rojnamegerîya Kurdî de cîyekî bi taybetî girt.
Me pêþniyar bir ji Cemal Özçelik re û rica jê kir ku di di malpera me de binivîse. Wî jî em ne þikenandin û pêþniyara me qebûl kir. Ango Cemal Özçelik ê ji vira wade di kurdistan-post de, bi kurdî binivîse. Sipas jibo wî...
Weke tê zanîn 22’ê nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurd e. Me bi vê munasebetê xwest Medya Güneþi bibîr bînin û bi nifþên nuha naskirin bidin. Herweha me xwest em nerînên wî, yên di derbarê pirsên rojevê de bistînin, di derbarê kar û xebatên wî de agahdarîyê bidin xwendevanên xwe.
Birêz Özçelik, cara yekem, gelê Kurd Tu bi kovara Medya Güneþi nas kir. Piþtî darbeya leþkerî ya 12’ê îlonê, cara yekem We dest bi vê kovarê kir. Tê bîra min di wê demê de, gelê Kurd hîna jî di bin psîkolojîya wê darbeyê de bû, loma jî cesaret ne dikirin li malên xwe li qaseteke kurdî guhdarî bikin. Di vê rewþê de Fikra Meyda Güneþi ji ku hat, we çawa dest bi vî karî kir?
12’ê ìlonê wek xezebekê bi ser welatparêz û þoreþgeran de rijyabû. Ew bûbû sembola tadeyî, zilim, zordarî û lêdanê. Ù bi taybet jî li Kurdistana me a zêrîn. Ji bo gelê me ew ne tenê Faþîzmeke zordar û kevneperest bû. Lê ew ji nû de zexmkirina zincîrên kolonyalîzmê, ango mêtingehgariyê bû.
Li gor belgenameyên roj bi roj derdikevîn holê, bêtir eþkere dibe ku ev cunta bi salan hatiye pîlankirin. Hedefa sereke jî bêguman tevgera azadî û rizgarîxaz a Kurdistanê bû.
Çi dema ku gelê me jibo mafên xwe yên rewa tevgerîyaye û daw û doza çand, ziman û welatê xwe kiriye, devleta kolonyalîst „Komarâ Tirkiyê“ bi pîlan û projeyên xwe yên kirêt dahfik li ber vedaye û ew xistiye kemînê. Komkujî, koçberî, sirgûn, bac û xerac, zilm û zordarî ji ser gelê me ranebûye.
Gelê kurd tim xwestiye bi rêyên aþtiyane bigihên daxwazên xwe. Wan tim destê xwe yên biratiyê dirêj kirine. Lê devleta kolonyalîst tim li pê fen û listikan bûye.
Dewletê her çi çendî bi metodên nemirovahî her demê bizava kurdî pelçiqandibe jî, nekarîbûye wê bi temamî ji holê rake. Ji ber vê yekê ew tim bi tirs bûye. Tirsa ku rojekê wê Kurd careke din ji xewê þiyar bibin û serî hildin. Kolonyalîstan gelek caran bi zilmê gelê me xistin xewê. Lê ew bi xwe ji tirsan bê xew man! Tirsê ew her tim har û dîn kirin. Tirsek weha ku, siya wan jî qudûmê wan diþkenand.
Tevî ku li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî tadeyî hebû jî, ronakbîrên Kurd tu wextê dest ji daw û doza xwe bernedabûn. Bi rê û metodên cûr be cûr xebatên xwe her domandibûn. Ev xebat û têkoþîn di salên 70’yî de gihaþtibû asteke gelekî bilind. Bizawa ronakbîr û pêþengên Kurd xwe gîhandibû nav gel, gel pêl bi pêl hiþyar û bi rêxistin bûbû.
Ne tenê zanyarî û rêxistinî, lê daxwazên gelê Kurd jî ketibû mecrayeke nû. Mafê çarenivîsî, daxwaza azadî û serxwebûnê roj bi roj bêtir di dilê gelê me de kok û reh berdidan. Ev pêþveçûn û tekoþîna bi biryardar a netewa Kurd li Kurdistana Bakur bu sedemê bingehî a lidarxistina cuntaya Faþîst û kolonyalîst.
Cûnta jibo gelê me ne tenê guhertineke antî-demokratîk a leþkerî bû. Zordarî li ser her mirovê pêþverû, demoqrat û þoreþger hebû, lê arteþa Tirk bi çavekî dijminayî li gelê Kurd dinerî. Kurd jibo wan ne tenê mixalif, herweha dijmin jî bû. Ù wek êrîþî ordiyeke dijmin bikin êrîþ dianîn ser gelê me. Èrîþên hov, bê ûjdan..
„Medya Güneþi“ jî di bin van þertan de di Nîsana sala 1988’an de, ango 22 sal berê derket. Wê demê li metrepolên Tirkan bizava demokratîk û ya civanên zanîngehan jî di nava tevger û lêgerînekê de bû. Ji sala 1987’an þûn de li pey hev gelek kovar û rojnameyên demoqrat û çepgir derketin. Wê demê wek ciwan û xwendekarên Kurd me ji wan hêvî dikir ku ew mijara Kurdî bînin zimên û behsa zilm û zordariya dewletê ya li ser gelê me bikin. Lê mixabin ew hêviyên me hemî vala derketin.
Gotinek pêþiyan heye, dibêje; “Gerek tu girrê xwe bi destê xwe buxrîni”. Piþtî me dît ku tu fêda kesî li me nayê, me xwest em xwe bi xwe ji birînê xwe re bivin derman û em ketin nava lêgerînekê. Kesên di nava vê xebatêde bûn bi piranî xwendekar bûn, lê me xebatên xwe bi wan hidûd nekir. Kesên xwedî meslek, karker, esnaf û hwd jî ji mere gelekî bûn alîkar.
Bêgûman di wan þertan de, kar û xebatên we gelekî giran û zahmet bûn. Helwesta dewletê li hember we çawa bû?
Dema ku me Kovara Medya Güneþî derxist, me hertiþt dabû pêþçavên xwe. Me zanîbû ew ê helwesta devletê li hemberî me negatîf be. Ù wek em fikirîbûn jî derket. Bi derketina kovarê re dewletê dest pêkir buroya me têxîne bin çavdêrî û taqîbatê. Wan dixwest tesbît bikin bê kî diçe û tê. Lê me qet guh neda wan. Em bi karên xwe ve mijûl bûn. Lê carna tevî ku me xebatên legal, eþkere dikirin jî, diviyabû em wek milîtanekî ku xebatên nependî dimeþîne tevbigerin. Ji ber ku me ne dixwest di rûyê me de kesî din zirarê bibînin, em pir eþkere ne diçûn cem gel mirov û nas û dostan. Kesên ku dixwestin ji mere bibin alîkar, em bi dizî diçûn cem wan. Ji bilî taqîbatê, bi biryara dozgerên devletê temama hêjmarên Medya Güneþi hatin berhevkirin û qedexekirin. Wek xwedî û berpirsiyarê giþtî jî dawe li min vebûn. Piþtî hêjmara çaremîn mahkemê di yek celseyê de 3 sal û nîv ceza da min û biryara tewqîfkirinê derxist. Ji Tebaxa 1988’an heta sibatâ 1989’an 6 mehan ez di girtîgehê de mam û paþê hatim taxliye kirin. Sebebê tahliyê jî ev bû: Parêzerên min li gel mahkemeya bilind îtiraz li dijî biryara mahkemê vekiribûn. Li ser vêya mahkemaye bilind biryar xerakiribû. Lê sebeba xerakirinê jî balkêþ bû. Biryar dabûn ku 3 sal û nîv ceza jibo min hindik bû û gerek ez bi 7 sal û nîvan bihatama ceza kirin! Ji ber ku hukum xerabûbû û mahkemê ji nûde destpê bikira, ez hatim berdan... Cara duemîn jî ez di sala 1993’yan de hatim girtin û 3 mehan di girtîgehêde man. Wê demê ne tenê ez, lê berpirsiyarê me yê giþtî ê nû Osman Aytar jî hatibû girtin û ew jî çend mehan di hefsê de mabû. Ji ber girtin û daweyan, em mecbûr diman tim gerînendeyê kovarê biguherînin... ù ez vê jî bêjim, Herçi çendî Medya Güneþî wek kovar destpêkiribû jî, me ew di sala 1993’yan û vir de wek rojnameya du hefteyî derxist.
We kovar çawa digîhand gel? Di warê belavkirinê de pirsgirêkên we çawabûn?
Derketina Medya Güneþî yekser deng da. Bi taybetî jî li Kurdîstanê. Ji xwe berî derkeve me pêwendî bi xwendekarên Unîwersîteya Dîclê a li Diyarbekirê û bi gelek mirovên welatperwer re danîbûn. Haya tevan jê hebû ku ew ê kovar derkeve. Ji ber vêya me astengiya belavkirinê qet nedît. Ew bi destan li gelek bajar û navçeyên Kurdîstanê hat belavkirin. Lê fîrmayên belavkirinê yên holdîngên mezin xwe nedan ber belavkirina kovara Medya Güneþî. Di despêkê de min têlefûnî berpirsê fîrmayê kir (ew þûbeyeke rojnama rojane a Hürriyetê bû) û min ji wî randewû wergirt. Di têlefûnêde gotibû nushayeke kowara xwe jî bixwere bînin, daku ez bivînim. Wexta ez û hevalê xwe Vahit Aba çûn buroya wî, wî em bi þêweyeke pir xweþ û bi qîmetdayineke mezin pêþwazî kirin. Lê piþtî ku wî li qapaxa kovarê mêze kir, rengê rûyê wî tavilê hat guhertin. Me wê demê jenosîda Helebçeyê, ku taze qewimîbû kiribû qapax. Berpirsê fîrmayê dema wêneyên li ser rûyê kowarê dît, bêyî ku bifikire tavilê got em nikarin vê kowarê belav bikin û bi lez em þûnde bi rê kirin. Ez dikarim bêjim ketina me ya hundir û derketina me bû yek. Min baþ fam kiri ku sermayedarên Tirkan ne tenê sermayedar bûn, herweha kolonyalîst jî bûn.
Gelê Kurd Medya Güneþi çawa pêþwazî kir? Piþtgirî û kêmasîyên Kurdan di vî warî de çawa bû?
Ji hêlekê ablûqaya dewlêtê, ji alîyê din jî astengkirina kapîtalîstên Tirk ên kolonyalîst... Lê em dîsa jî kêf xweþ û bi coþ bûn. Teseliya herî mezin piþtgirî, alîkarî û lêxwedî derketina gelê me bû. Me berê jî texmîn kiribû ku ew ê kovara me olan vede. Lê dengvedana kovarê hêviyên me jî derbas kir. Çi bi riya ku me dibihîst, çi jî bi riya postê be, hayê me jê çêdibû ku bi rastî jî Medya Güneþî dilê hezaran mirovî germ kiribû. Bêyî ku em wan wezîfedar bikin, gelekan xwe bi xwe berpirs didîtin û kovar dixwendin, didan xwendin û belav dikirin. Ù pêre jî-çi pir, çi hindik- diþandin ser hesabê me ê banqeyê. Dema ez di hevsê jî de bûm min bi dehan name ji xwedevanan – ji yên li welêt, li metrepolan, an jî li derveyî welêt- wergirt. Wan nameyan her yek jibo min bûbû mûmek ku tariya zîndanê diterqiland û dor li min ronî dikirin.
Helwesta rewþenbirên Kurd li hember vê kovarê çawa bû?
Rewþenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurd jî li Medya Güneþî xwedî derketin. Me xwe wek berdevk, an jî nûnerê rêxistinekê nedidît. Helwesta me netewî û Kurdistanî bû. Me cî dida nivîs û nûçeyên her der û dorê. Ez bawer im ev jî bû sebep ku her kes li Medya Güneþî xwedî derkevin. Lê mixabin hin kes û hin der û dorên ku bi awayekî negatîf xwe nêzîk kiribûn jî derketibûn. Tirs bi wan re çêbûbû ku xwedê giravî em ê nanê destê wan ji wan birevînin. Lê ew tirsên xeyalî bûn.
Jibo piþtgirîya gelê Tirk, we tu pêþniyarî bir ji rewþenbîrên Tirk re? Bersîv û helwesta wan çawa bû?
Piþtî ku Medya Güneþî derket, bêgûman vê yekê bala çepên Tirkan jî kiþand. Ez dikarim bi eþkereyî bêjim ku tu der û dorê çepgir bi þiklekî neyînî xwe nêzîkî me nekirin. Temamê wan serkeftin jibo me xwestin. Hinan ji wan jî bi dilgermî li me xwedî derketin û beþdarî çalakî û kampanyayê li dijî siyaseta dewletê a li hember kovara me bûn (Wek mînak ez dikarim navê kovara Emekê bidim... Tenê kovara “2000’e Doðru, ku di bin rêberiya Doðu Perînçek de derdiket jibo ku Kurdan beraberhevdin, xwest kovara me wek kovareke dijî gerîlla nîþan bide, lê em di vî warî de þîyar bûn û me ew siyaset pûç derxist.
Çend hejmar derketin û çima hat girtin?
Medya Güneþî bi giþtî 63 hêjmar derket. 15 hêjmar wek kovara mehane û 48 hêjmar jî wek rojnameya du hefteyî bûn. Wek min li jor jî anî ziman, hemû hêjmar hatin hevdan û qedexekirin. Sedem jî wek “Qelskirina hestên netewî”-ango hestên Tirkayetî- û propagandaya cudaxwaziyê-bölücülük propagandasi- dihatin nîþandan.
Gelo di pê re Qadroyên Medya Güneþi çi kirin, bi kude çûn?
Wek min li jor jî anî ziman gelek kes beþdarî xebata derxistina Medya Güneþi bûn. Çi maddî û çi jî manevî. Qadroyên aktîf di kovarê de dixebitîn jî di destpêkê de bi min re ev kes bûn: Can gülþenoðlu, Fevzî Bilge, Abdullah Kiran, Vahit Aba, Mahmut Metin, Salih Kaya, Mustafa Güneþ.. Ji bilî vê jibo derxistin, peywendiyên bi der û dorê û bi nivîsên xwe Mustafa Özçelik û Osman Aytar jî rolên pir bi qîmet lîstin. Li Diyarbekir û bajarên der û dora wê jî gelek hevalan wek “qehremanên bênav” xebateke bi rêk û pêk meþandin. Li derveyî welêt jî Medenî Marþîl, M. Ali Yildirim, Þefik Öncü, Ahmet Acar, Þuayib Adlið û gelek kesên din xebatên gelek xweþ meþandin. Ji ber ku tim dawe li hemberî gerînendeyê kovar û paþê jî rojnameyê vedibûn, lazim bû me tim ew biguherta. Wek gerînende jî hevalên me Yakup Karademir, Salih Bal, Abdullah Kiran, Mahmut Metin, Nusrettin Yüksekkaya, Murat Yeþilirmak, Vedat Aydin û Nesih Çilgin watinî hilgirtin. Berpirsê Buroya me ya Diyarbekirê jî rahmetî Muzaffer Tekeþ bû. Güzel Ak jî wek xebatkarê kovarê rola xwe lîst. Dûre Hamdullah Akyol berpirsiyariya buroyê hilgirt. Li Izmirê hevalê me Yilmaz û dure Salih Eser berpirs bûn. Li Mêrsinê Hamdullah Karakele, li Ankerê jî Abdullah Güler.
Ev hevalên ez bahsa wan dikim hîn jî kêm zêde xebatên xweyî welatperwerî dimeþînin. Hin ji wan xebatên nivîskariyê didomînin, hin helbestvan, hin ressam û hin jî aqademîker in.. Çend heb ji wan jî jiyana xwe li derveyî welêt dimeþînin.
Berê der û dorên derveyî PKK’ê di kar û xebatên rojname û kovaran de têra xwe bi hêz bûn. Gelo çima ev hêz bi þûnde ma û careke din kovareke weke Medya Güneþi dernexistin?
Piþtî Medya Güneþi gelek kovarên din jî ji aliyên Kurdan hatin weþandin. Wek mînak: Toplumsal diriliþ, Özgür gelecek, Vatan güneþi, Sitêrka Rizgarî, Newroz Ateþi, Newroz, Hevdem û hwd. (Di derheqê dîroka rojnamegeriya Kurdî de nivîseke pir xweþ a birêz Seyidxan Kurij di sîteya Rizgariyê de derketiye. Hevalên bixwazin dikarin agahdarîyên bi teferûat ji wir bistînin). Her yekê li gor nêrîna xwe xwestin gelê me hiþyar bikin û piþtgirtiyê bide tekoþîna netewî ya gelê Kurd. Wan gelek car di nava xwe de platform jî çêkirin û li ser nirxên welatperwerî bi hevre xebat jî meþandin..
Lê dewletê tu mecal nedan wan ku li ser lingan bisekinin. Gelek ji berpirsên wan mecbûr man derkevin derveyî welêt. Ji ber vê yekê xebatên rojnamegeriyê darbeyeke mezin xwar. Ù îroj jî rojnamegeriya li ser înternetê di rewacêde ye. Kesên ku tradîsyona kovar û rojnameyan diþopînin, weþanên xwe bi navên cûr be cûr li ser înternetê dimeþînin.
Ma sala 2009’an bi nîqaþ û ‘hêvîyên’ ‘Kürt Açýlýmý’ derbas kir. Çend roj berê Beþir Atalay dîsa bahsa vê Açýlýmê kir. Aqilê te çi ji vê Açýlýmý’ dibiri?
Berî herkesî mirovên Kurd pêwistiya wan bi “Vebûnê” û gavên demoqratîk hene. Ji ber vêya ez bawer nakim ku yek Kurd li dijî gavên ber bi demokqrasiyê derkevin. Lê divê li gel van axaftin û gavên biçûk dilsozî jî hebe. Ev 20 salin berpirsê dewletê û hukûmetên wan behsa “Realîta Kurd”, “Pirsgirêka Kurd”, “Çareseriya demoqratîk” û hwd dikin. Lê heta nuha tu gavên berbiçav nehatin avîtin.
Demoqrasî û aþitî cêwiyên hev ê bihev zeliqînin. Bêyê demoqrasiyê aþitî, bêyî aþitiyê jî demoqrasî çênabe. Lê dewlet û hukûmetên wan naxwazin vê rastiyê bibînin. Ew dixwazin “Demoqrasiyê” di nava þer de pêkbînin û ev jî ne mumkun e. Dewlet û Ordiya Tirk duxwazin bizava Kurdî têk bibin. Lê gelê me îdî kêm zêde hiþyar e, naxwaze xwe dîsa bide xapandin. Tevî ku vebûnê baþ dibîne jî bi þik û mesafe li meselê dinere. Heta ku gavên berbiçav neyên avîtin û jibo aþitiyê tedbîr nê sitendin, gelê me wê tim bi þik û bi fikar be. A rast jî ev e.
Bizava Kurdî ne tenê kesên çekdar û rêxistinên der û dorawan e. Ji partî û komeleyên qanûnî bigrin, heta rêxistinên îlegal û yên eþkere ku kar û xebatên sivîl dimeþînin, herkes di hedefê de ye. Lê mixabin gelek kes û der û dor dibên qey tenê gerîlla di hedefê de ye û xwe wek mûhatabên êrîþên dewletê nabînin. Ù hin der û dor jî dibên qey ew tenê di bin êrîþan dene, çewisandina li ser ên din nabîne, naxwaze bibîne. Ji ber vê yekê jî yekitiyeke netewî bicî nayê.
Tu vegera DTP’îyên berê û BDP’yîyên nuha ya Meclîsê çawa dinirxîne? Divê helwesta wan li hember vê ‘Açýlýmýê’ çawa be?
Helwesta DTP’ê û ana jî a BDP’ê bi giþtî baþ bû. Di destpêkê de xwestin þansekê bidin “vebûnê”. Tim deriyê xwe vekirî hiþtýn. Lê hukûmeta AKP’ê ew muhatab nestendin. Di çavê AKP’ê de Kurd ne milet, an jî gelek, lê mirovên atomîze bûnin û yek bi yek þexsên ji hev cuda ne. Bêguman mafên mirovî û takekesayetî jî ne hindik e û destxistina wan jî pir bi qîmet e. Lê ger dewlet û AKP bi rastî jî dixwazin mesela Kurdî çareser bikin, divê Kurdan û berpirsên wan ê siyasî wek terefekî muhatab qebûl bikin.
Bi ya min tevî ku ez hukûmetê subjektîf dilsoz nabînim jî, ev daxuyaniyên di derheqê mijara Kurdî de tên kirin û gavên biçûk ê têne avîtin jibo pêþveçûnê û þikandina zîhniyeta þowen a li ser gelê Tirk bi awakî objektîf baþ in. Dewlet û hukûmet bi siyaset tê ser gelê me, divê em jî xwedî siyaset bin. Bêyî ku AKP’ê destek bikin, gerek deriyê xwe tim ji pêþdeçûna re vekirî bihêlin û nêt û siyaseta AKP’ê û a dewleta Tirk tim deþîfre bikin da ku gelê me bêtir hiþyar bin û rayên xwe nedin AKP’ê an jî partiyên din ê dewletê.
BDP dixwaze li meclîse aqtif û çalak be, lê ji ber ku dewlet û partiyên dewletê ji hin gavan re ne vekirî ne, wer xuya ye bi zanebûn gavên xwe sist davîje. Ez bawer im divê ew weha nefikirin. Divê mirov hinekî zorê bide dewletê, da ku mecbûr bimîne hin gavan bavîje. Bê qrîz û teþqelan pêþdeçûn çênabe..
Em hinekî werin ser kar û xebata Te ya þexsî. Biqasî ez dizanim Te çend heb pirtûk nivîsîni. Tu dikari hinekî di derbarê van pirtûkan de agahdarî bide me?
Xebata min a þexsî ez dikarim bi vî rengî bînim ziman; ev nêzî çarde salane ez li Swisrê li bajarê Bernê dijîm. Min li zanîngeha Bernê beþa Arkeolojî, etnolojî û fîlolojiya rojhilat a nûjen qedand. Ez ana karê wergerê dikim. Ji zimanê Kurdî û Tirkî werdigerînim zimanê Almanî. Wek tê zanîn li Swîsrê çar zimanên fermî hene. Li kantona Bernê zimanê sereke Almanî ye.
Xebata xwe ya rojnamegeriyê li ser sîteyan dimeþînim. Ez ana li kurdinfo.com’ê dinivîsînim. Wek nivîskar jî pirtûkan dinivîsînim. Heta nuha çar pirtûkên min derketin. Sê heb ji wan bi Tirkî ne, yek jî bi Kurdî ye. Di derheqê pirtûkan de ez dikarim bi kurtahî van agahîyan han bidim:
Pirtûka yekemîn: ‘’Ütopya Mevsimi’’, di sala 2002’an de di nav weþanên Avesta/Keskesorê de hat weþandin. Ev pirtûk ji kurtenivîsên ceribandinê pêk tê. Wek mijar jî di derheqê hezkirin, evîndarî, bêrîkirin, dûriya ji welêt û malbatê, hesret, tenêbûn û berxwedana li ber astengiyên jiyanê ne.
Pirtûka duemin: ‘’Özgürlüðe Koþmak’’, di sala 2003’yan de di nav weþanên Çiviyazýlarý de derket. Ew jî ji nivîsên ceribandinê pêk tê. Wek mijar jî di derheqê felsefe, wateya jiyanê, tecrube û serboriyên jiyanê, wateya azadî û nasnameya mirovî û hwd e.
Pirtûka sêemîn: Roman e. Navê wê, ‘’Yasak Ateþin Ýntikamý/Bir Yol Hikayesi’’ ye. Di sala 2004’an de di nav weþanên Elma de derket. Mijara romanê bûyerên aktûel ên welatê me ne. Lê ew bi awayekî fiktiv/xeyalî hatiye hûnandin. Di romanê de mirov dikare mîtolojî, dîrok, sîyaset, felsefe, çîrok û hwd gelek beþên wêjeyê bibîne. Ù ew bi þêweya Fablê hatiye nivîsandin.
Pirtûka çaremîn: ‘’Stranên Çavbiken’’, di sala 2005’an de di nav weþanên Dozê de derket. Ew jî ji kurtenivîsên ku bi þêweyeke helbestkî hatine nivîsandin pêk tê.
Nuha romanek di nav destê min de ye, ger ez karibim xwe motîve bikim, ez ê wê jî biqedînim..
Di nav pirtûkên min de ya ku ez herî zêde jê hez dikim, a yekemîn e, ango Ütopya Mevsimi ye.
Tu weke rewþenbîr û nivîskarekî Kurd, jîyana rewþenbîr û nivîskarên Kurd li Swîsrê û Ewrûpa çawa dibîne? Jîyan çawa dimeþe?
Jiyan bigîþtî li derveyî welêt pir zahmet e. Jibo nivîskar û rewþenbîran bêtir zahmet e. Gelek ji wan bizorê debara xwe dikin. Ji ber ku li welatên Ewrûpa xebata ramanî pere nake. Lê tevî van zahmetiyên jiyanê û yên aborî, dîsa jî xebata siyasî û sivîl ya kurdayetiyê li ser piþta rewþenbîrê Kurd e. Ev berhemên di derbarê ziman, muzîk û çanda Kurdî de îro li welêt gavên xweþ davîje, wek tê zanîn encamên xebatên 20-30 salên dawiyê ne. Tabî nayê wê wateyê ku xebatên kevintir tên jibîrkirin.
Pêwendiya di nabêna rewþenbîrên Kurd li Ewrûpa mixabin ne gellekî xurt e. Herkes bi awakî di quncika xwe de hefsî maye. Hîn bêtir her ronakbîrên li welatekî di nava xwe de dixwazin hin xebatan bimeþîne. Platforma Kurdên li Ewrûpa gaveke xweþ bû lê zêde mecal nedît rola xwe bilîze.
Zahmetiyê jiyanê, xerîbî, xurbet wek kêreke du alî ye. Dikare mirov têk jî bibe û wan bi serxîne jî. Lê ne têkçûn, ne jî serkevtin aîdî takekesan e. Têkçûna yek mirovî dikare bibe têkçûna temamê civakê û serkevtina þexsekî jî dikare hemû civakê bi serxîne. Ji ber vêya bi ya min divê her Kurd xwe wek perçakî civaka xwe bibîne û li gor wê tevbigere.
Em li derveyî welêt bin jî em perçakî civaka xwe û welatê xwe ne. Lê li vir hin pisrgirêkên raste rast bi jiyana penaberiyê ve girêdayê hene. Divê mirov çavê xwe ji wan jî re negrin.
Em anuha çend heval wek ronakbîrên Ji Kurdistanê û Tirkiyê têne gel hev da ku em karibin di warê civakî û sivîl de xebateke li ser esasê lobî û dîplomasiyê bimeþînin. Kesên ku ev bizav damezirandin û di wexteke kin a borî de civîneke mezin li bajarê Bernê li darxistin; Teslîm Töre, Cemal Özçelik, Yaþar Yalçin, Devrîm Bað û Ömer Reþitoðlu ne. Dûre me gruba xwe ya xebatê berfireh kir û endamên nû lê zêde kir. Endamên nû ji van kesan pêk tên: Þefan Tunç, Tahir Çýnar û Roza Iþýk..
Jibo pirsên we ji we re sipas dikim, di xebatê we de serkevtinê dixwazim. Silavên xwe yên welatperwerî li we û hemû xwendevanên we dikim. Herweha ez salvegera Rojnamegerîya Kurd li gelê kurd pîroz dikim.
Em jî jibo bersiv û agahdarîyên cinabê Te spas dikin...