Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Devlet ve PKK
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
Aðýr Ceza Mahkemesi Baþkanlýðýna
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Uçurum Atlýlarý
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
Et ve týrnak yalaný
Aydýn Dere
   
  
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.
   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   RÖPORTAJ


www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 1
Misafir(ler) Çevrimiçi: 87

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 


Polîtîka Rêverkirinê û Fikra Darbeya Sifîl
Ýsmail Beþikçi-Kurdi
Ýsmail Beþikçi-Kurdi

Tarih: 8 Mart 2010 Pazartesi


Tê famkirin ku di polîtîka hikûmetê, ya rêvekirinê de hin pirsgirêk derdikevin. Em dibînin ku burokrasîya leþkerî û ya sifîl, dadgehî û zanîngeh li hember guhertinê disekinin, dixwazin guhertinan bisekinînin. Li gel arteþê, dîyar e ku dadgehî û zanîngeh, weke sazîyên ku hewl didin guhertina civakî, sîyasî û demokratîkbûnê disekinînin. Bi tevayî çapemenî, weke berdevkê sazîyên ku dixwazin guhertina civakî û sîyasi bisekinînin, tev digere. Di çapemenîyê de rojnameya Tarafê ku demokratîkbûnê teþvîk dike û bi vê armancê sazîyên dewletê mîna arteþ, dadgehî û zanîngehan rexne dike jî heye. Di van salên dawîyê de, dema ku mirov jîyana sîyaseta Tirk vedikole, Taraf bûyereke wiha ye ku divê mirov dûrî baldarîyê negre.

Di derbarê xebatên berfirehkirina azadîyê daxuyanîyê de, ferzkirina berfirehkirina azadîya daxuyanîyê, alîyekî girîng yê rêvekirinê ye.

Di pêvajoya pêkanîna polîtîkayên rêvekirinê de, divê mirov balê bikþîne ser hin bûyerên ku di van mehên dawîyê de pêk hatine. Di 19’ê Cotmeha 2009’an de ji Qendîlê 8, ji Maxmûrê 26 PKK’yî hatin Xabûrê. Gelek mirovan vana bi coþ û kêf pêþwazî kirin. Ev kêf li bajarên weke Nisêbîn, Qoser û Amedê pêk hat, lê di pê re ne bi tiþkî ev kêf û coþ zêdeyî Kurdan dîtin, loma jî ketin hewildanan da ku vê kêf û coþa wan li wan bibilînin. Piþtî vê yekê bi du mehan, di dawîya Kanûna 2009’an de dest bi operasyonên KCK kirin. Endamên DTK (Kongreya Civaka Demokratîk), Serokên Þaredarîyan, mirovên ku di sazîyên sifîl yên cûr be cûr de kar dikirin, girtin. Yên ku girtin, kelepçe kirin û xistin rêzekê û birin dadgehê. Xistina rêzekî ya Serokên Þaredarîyan, bi vî awayî dîyarkirina wan di çapemenîyê de, helwesteke girîng e. Di pêvajoya rêvekirinê de, anîna vê yekê bo rojevê, helwesteke ku nerîna rêvekirinê, fikra rêvekirinê seqet dike bixwe ye. Îro li dor 1500 endamên Partîya Aþitî û Demokrasîyê girtî ne.

Di demokrasîyan de temsîl mijareke girîng e. Mirov dixwaze îradeya gel têkeve parlemento. Baraja ji %10 astengeke gelekî mezin e. Divê ev baraj dakeve hejmareke ji %3-4. Jibo guhertina vê yekê bêdengîya hikûmetê, hatta xwestina wê ku ev baraj weke berê bimîne, ne rewþeke ku mirov bikaribe bi fikir û pêkanîna rêvekirinê ve girêde.

Nerîneke din ku dijî rêvekirinê ye, girtin û cezakirina zarokên Kurd, daweyên ku di derbarê wan de tên meþandin bixwe ye. Îro zêdeyî 3000 zarok pêrgî dadgeh û îfadeyan bûne, li dor 1500 zarok jî girtîn e.

Faktora bingehî ku ji pêkanîna rêvekirinê re dibe asteng, nerîna di derbarê tasfîyekirina PKK’ê de tê gotin bixwe ye. Hikûmet her dem dibêje wê PKK were tasfîye kirin. Armanca dîyarkirina tasfîyekirina PKK’ê, hewildana gihîþtina vê armancê þaþ e. Ev yek ne mumkun e jî. Ev, tê wateya serfkirina enerjîya belasebeb e. Herweha ev yek pirsgirêkan hîn girantir dike, rewþê hîn aloztir dike. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke ku bi înkarkirina Kurdan, zimanê Kurdan û mafê Kurdan yê xwezayî, gaspkirina vana bi destê dewletê derketîye holê bixwe ye. Israra polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê, bi wextê re pirsgirêkê girantir û berfirehtir dike. Di bingeha tekoþîna gerîla de polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê heye. Ev yek, jibo ku van mafên xwe yên xwezayî bi dest bixe, tekoþîneke ku ji mejbûrî dest pêkirine bixwe ye. Cinayetên ku ‘faîlên wan ne dîyar’, þewitandin û xerakirina gundan, þewitandina daristanan, xerakirina tabîatê, hilweþandina çavkanîyên debarê, bi zorê koçberkirina malbatan ji cî û warên wan, encamên bi zor pêkanîna van polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê ye. Jixwe tê zanîn ku faîlê cînayetên ‘faîlên wan ne dîyar’ dewlet bixwe ye. Îfadeyên Ergenekon û JÎTEM’ê, di pêvajoya dadgehê de, pêvajoya deþîfrekirina planên darbeyên leþkerî weke Kafes û Balyoz de ev agahî bi awayekî gelekî eþkere derket holê.

Di derbarê rêvekirina Kurd de, bêgûman hin gavên ku divê dewlet bi serê xwe tenê bavêje hene. Li zanîngeha vekirina enstîtuyên beþên Kurdolojî, ziman û Edebîyata Kurdî, pejirandina alfabeya Kurdî; dayîna azadîya tîpên Q,W,X,Ê, dayîna navên Kurdî yên herêman, gund û bajaran, navên Kurdî yên zarokan, weke van mijaran rakirina her cûreyên astengan; pêkanîna perwerdeya bi zimanê zikmakî, weþana sazîyên bi taybetî ya telewîzyon û radyoyên Kurdî di jî nav vana de ne. Vana yên ku dewlet bi serê xwe dikare pêk bîne bixwe ne. Lê li alîyê din pirsgirêka PKK’ê jî heye. Di vê mijarê de, bêyî hevdîtinên bi BDP û PKK re çareserîyeke mayînde nikare pêk were. Nerîna ku dibêje ‘’wê PKK were tasfîyekirin’’ þaþ e. Divê dewlet û hikûmet jî têgihiþtibe ku ev nerîn ne mumkun e. Heger ku di vê mijarê de israr bikin, dibe ku ev yek dewlet û hikûmetê, di mijara gavên ku bi îradeya xwe bavêjin de, bê hêz bike.

Dadgeha Zagona Bingehî di 11’ê Kanûna 2009’an de dîyar kir ku DTP hat girtin. Ev faktor jî zerarê dide polîtîkeya rêvekirinê.

Nerîna li naveroka fikir û hestên Rast û dînî jî girîng in. Li Tirkîyê rastên dîndar, rast û dîndarên mîllîyetçîyên Tirk in. Ev yek, bi polîtîyên devletê yên sîstematîk hatiye avakirin. Dema ku dewletê dest bi þerê li hember PKK’ê kir nekir, jibo derketina çiyê, mezinbûna tekoþînê bisekinîne, sazîyên dînî pêþve xist û ket hewildana þitexilandina gel. Di avakirina radyo, telewîzyon û weþanxaneyên dînî de, di organîzekirina weqfên dînî de vê nerîn û helwesta dewletê rolekî mezin lîstîye. Di pêþveketine rastên dînî weke mîlîyetçîyên Tirk de, rolê vê polîtîkeya dewletê pir girîng e. Ev yek, di nav AKP û hikûmetê de, di derbarê rêvekirinê de muxalefetekê rê dide.

Divê mirov bêje ku di van du salên dawîyê de, di jîyana sîyasî ya Tirk de, di çanda sîyasî ya Tirk de pêvajoyeke mezin ya guhertinan dest pê kiriye. Eþkere ye ku wê ev pêvajo di têgihîþtina pirsgirêka Kurd de guhertinên girîng pêk bîne. Lêpirsîn û daweyên ku di çerçoveya Ergenekon û JÎTEM’ê de tên meþandin, ya herî dawîyê ku di derbarê operasyona Balyoz de hatine destpêkirin, divê mirov bi vî awayî lê binere. Ji dema Îttîhat û Terakkî vir de di jîyana sîyaseta Tirk de, tu rolê sazîyên ku ji alîyê gel ve hatine hilbijartin, weke parlemento, hikûmet û partîyên sîyasî, tune ye. Sazîya ku jîyana sîyasî, sîyaseta hundur û derve dîyar dike, rê didê, arteþ bixwe ye. Di pirsgirêkên bingehî de, weke pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Ermenîyan, pirsgirêka Kibrisê, Pirsgirêka Elewîyan û hwd de ev yek eþkere ye. Ev rolê arteþê ku her tiþtî dîyar dike, ji alî sazîyên weke dadgeh, zanîngeh û sazîyên din yên burokratîk ve jî tê pejirandin. Di jîyana sîyasî ya Tirk de otorîteya bingehî arteþ e. Sazîyên ku gel hilbijartinin, parlemento û hukûmet, jibo ku ji alî vê îktîdara bingehî werin pejirandin dikevin hewildanê. Ev sîyaseta ku bi destê arteþê tê dîyarkirin, nayê rexnekirin, nayê lêpirsîn, rewþeke dijî teorîya demokrasîyê derdixe holê. Û hikûmeta îro, ya AKP’ê jî xwedî nerîneke wiha ye ku ‘’me deng girtîye, me bi serê xwe tenê hikûmet ava kiriye, di polîtîka hundir û derve de divê em bi bandortir bin’’ ye. Hikûmeta îro, di nerînekê de ye ku hêza leþkeran ji ser hikûmetê rake. Dadgeha Zagona Bingehî, Dadgeha Bilind, Þûraya Dewletê, Sazîya Bilind ya Hakim û Savciyan û zanîngeh li gel arteþê bi tundî li dijî vê helwestê derdikevin. Hewil didin hikûmetê bisekinînin. Pir eþkere ye ku planên darbeyan mîna Sarýkýz, Ayýþýðý, Yakamoz, Eldiven, Kafes û Balyoz li hember hikûmetê hatini çêkirin. Di vê pêvajoyê de çapemenî jî bêtir li gel van planan cîh girtiye.

Þûraya Bilind ya Leþkerî ku salê carekê dicive, jiber sedema ‘’îrtîca’’ bahsa avêtina hin personelan ji arteþê dike. Lê jiber plan û hewildana kirina darbeyan me avêtina tu kesan ji arteþê ne dîtîye. Tê famkirin ku planên darbeyên Sarýkýz, Ayýþý, Yakamoz û hwd di salên 2003-2004’an de hatini kirin. Planên Kafes û Balyoz jî nuh in, di van salên dawîyê de hatine kirin. Dema ku mirov li generalên ku di Sibata 2010’an de hatin girtin dinere, mirov tê digihije ku rutbeyên wan di salên 2003-2004’an de kêmtir bûn. Lê kirina plan û hewildana darbeyan ji mezinbûna rutbeyên wan re ne bûye asteng.

Deþîfrekirina planên darbeyan, þopandina bi biryar ya van lêpirsîn û daweyan, di civaka Tirk de ji alîyê hin der û doran, hin rewþenbîran ve weke darbeyeke sifîl tê nirxandin. Yên ku ji deþîfrekirinê, ji çûna ser têkiliyên cûnta yên di nav arteþê de rihetsiz dibin, propaxanda dikin û dibêjin ‘’darbeya sifîl pêþve dihere’’. Hikûmetê bi kirina darbeya sifîl tewabar dikin. Partîyeke ku bixwe jibo girtinê di bin tehdîta Dozgerê Komarê yê Sereke de be, wê çawa darbeyeke sifîl bike? Hikûmeteke ku arteþ ne dabe cem xwe dikari darbeyeke sifîl bike? Halbikî di hilbijartinên Serokkomarîyê de, bi ferzkirina 367 dengan ji alîyê Dadgeha Zagona Bingehî ve ku biryar da û got ‘’bila leþker di dadgeha leþkerî de werin dadgehkirin’’ darbeyeke sifîl ku li hikûmetê hat xistin bixwe ye. Eþkere ye ku armanca van biryaran ew e ku, karê hikûmetê zahmet bike û bi demê re hikûmetê bixîne. Jibo vê yekê, divê mirov di vê pêvajoyê de ji helwestên ku karê hikûmetê zahmet bike, bireve.

Di van rojên dawîyê de, hikûmet bahsa guhertina Zagona Bingehî, pêwistîya guhertina wê dike. Serokê Cumhuriyet Halk Partisi Deniz Baykal jî dibêje ez ê guhertina Zagona Bingehî bibim Dadgeha Zagona Bingehî û vê guhertinê bisekinînim. Ev yek, hikûmet çiqas deng bigre bila bigre, nayê wateya ku guhertina vê zagonê neke. Divê darbeya sifîl ev bixwe be.

Di bingeha van pêþveçûnan tevan de, hiþtina pirsgirêka Kurdan bê çareserî bixwe heye. Ev pêþveçûn bi pirayî li ser sazîya dadgehîyê bandoreke xerab dike. Cûdahîya normên sûc û ceza jibo Kurd û Tirkan di vê pêvajoyê de hatîye pêk anîn. Yê ku Hrant Dînk qetil kir di dadgeha zarokan de tê mahkeme kirin, zarokên Kurd ku keviran davêjin panzêr û polîsan di dadgehên cezaya giran de tên dadgehkirin. Ev yek hêjayî baldarîyê ye. Dîsa avêtina kevirên zarokên Kurd cezayên giran digre lê dema ku hin keviran davêjin Kurdan weke sûc nayê dîtin. Disa ev yek jî hêjayî baldarîyê ye.

Di hundirê sazîya dadgehî de, di normên sûc û ceza de pêþveçûnên cûda, bandora rizandinê li ser hestên edaletê yên organê dadgehîyê dike. Fikir, helwest û tevgêrên du rû, ne yên sazîya dadgehîyê tenê ne. Tê bîra me li Filistînê dema ku zarokan kevir davêtin tanqên Îsraîl, çapemenîya Tirk ew weke ‘’generalên Arafat’’ radigîhandin.

Ýsmail Beþikçi
Werger: Salih Agir Qoserî

Werger: Salih Agir Qoserî

salihagirqoseri@hotmail.com



  
Ýsmail Beþikçi-Kurdi




Bu köþe yazýsý 2083 defa okundu. Toplam 1711 kelime

Yazdýrýlabilir Sayfa Yazdýrýlabilir Sayfa


[ Geri Dön: Ýsmail Beþikçi-Kurdi ] - [ Yazarlar Ýndeksi ]

Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2009 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.