Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Devlet ve PKK
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
Aðýr Ceza Mahkemesi Baþkanlýðýna
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Uçurum Atlýlarý
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
Et ve týrnak yalaný
Aydýn Dere
   
  
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.
   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   RÖPORTAJ


www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 1
Misafir(ler) Çevrimiçi: 85

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 


Dersên Kurdî-Zanyariya Civakî (7)
M. Elî Tuysuz
M. Elî Tuysuz

Tarih: 10 Mart 2010 Çarþamba


Dersên Kurdî-Zanyariya Civakî (7)

 BEÞ. 2 

GUND û JÝYANA GUNDÝYAN

 Gund civakeke biçûk e. Mirov dikare bibêje, gund civaka yekem ya dîrokê ye. Însanên pêþîn an jî însanên destpêkê, di avakirina gundan de, destpêkirine û bi hev re jiyane. Piþtî ku însên agir peyda kiriye, dest bi çandiniyê dike. Çandinî jî di dema pêþin de bi kollektîvî an jî bi hevkarî dibû. Kedî û xwedîkirina heywanan jî dîsa di wê demê de destpêdike. Yanê însanên destpêkê ji hovîtiyê, ber bi civak û dîsa di eynî demê de, ber bi malbatbûnê ve diçin û ji bo ku hewcedariyên xwe yên pêwîst bi hêsanî bikaribin bi dest bixînin, li der û dora çeman, ji qirþ, qal û celbê xaniyên pêþin çêdikin. Piþtre di þûna qirþ û kal de, dar û kevir tên bikaranîn.

Avakirina gundan û pêkhatina civakên biçûk yên dema pêþin, di demên dîrokî yên cuda de destpêkiriye û îro jî li cîhanê ew civakên gund, di merhaleyên pêþketinên cuda de, jiyana xwe didomînin.

Mirov dikare bibêje îro gundek dikare ji çend xaniyan bigre heta sê-çar sed xaniyan mezin bibe. Gundek dikare ji du-sê malbatan heta du-sê sed malbabatan pêkbê.

Hejmara însanên li gundekî jî dikare di navbera deh kes û sê-çar hezar kesan de be. Li hinek herêmên welêt ji gundên mezin re dibêjin mezra.

Li piraniya gundan mirov bi çandiniyê ve mijûl dibe. Gundî genim, ceh, nîsk, nok, pemû, titûn û kuncî,misrî û gelek tiþtên din diçinin û wan di demê de radikin.

Dîsa heþinahiyên wek fireng, îsot, balcan, xiyar, pincar, kundir û hwd li gundan tên çandin.

Darên sêv, xox, hinar, hirmî jî li gelek gundan tên gîhandin. Zebeþ, kelek, rez û bexçeyên din jî, jiyana gund xweþtir dike. Pez û dewar û gelek heywanên din jî li gundan xwedî dibin. Mast, penîr û rûn, goþt û hiri pirî caran ji gundan tên bajêr ve têne firotin.

Helbet her tiþt li her derê nabe. Li gor avhewê, yanê germ an jî sarbûna welatekî, li hinek deveran hinek zad û heþinahî tên çandin û li hinek deveran jî ew nabin.

Li gelek deverên cîhanê, ew çandinî mumkûn e ku li gundan nebe. Ji ber ku bazara mezin ku îro ji bo heþinahî û mêwe çêbûye, berhemdêriyeke mezin dixwaze. Ji bo vê jî li gelek herêm an jî welatên dewlemend û pêþketî, ew xebata çandiniyê, di bexçe û herêmên zîreetê yên nûjen de dibe. Ji bo vê jî jiyana kevneþop ya gund hêdî hêdî li wan deran ji holê radibe, ji ber ku di warê çandiniyê de, berhemdêriya mezin ya kapîtalîst di reqabetê de, zorê dide gundî û berhemdêriya wan.

Ji aliyê xwedîkirina heywanan ve jî mirov dikare rastî eynî rewþê bibe. Berê heywan li gund xwedî dibûn. Goþt, þîr, mast, rûn, penîr, post û hirî ji gund dihatin bazara bajêr. Lê îro, bi taybetî ji bo bazara mezin ya cîhanê, ji bo xwedîkirina heywanan, avahî û herêmên nûjen çêbûne. Êdî însan li dûkanên mezin dikare malên ku ji wan avahiyan tên, bistîne.

Bi gotineke din, pêþveçûna berhemdêriya kapîtalîst her roj gundên kevneþop yên civaka kevn ya feodal kêmtir dike. Bi taybetî, li welatên îndustrî yên Ewrûpa, gundên ku çend malbat tê de rûdinin, nemane.

Gundî hene, lêbelê her gundiyekî li ser axa xwe xaniyekî xweþ ku îro li bajarê me tune ne, çêkiriye û di axurê xwe yên nûjen de, heywanên xwe xwedî dike û li ser axa xwe bi serê xwe û bi teknîka nû çandiniya xwe dike. Yanê wek Kurdistanê, di gundekî de gelek malbat bi hev re najîn.

Ji aliyê teknîka çandiniyê ve jî gelek ferq di navbera herêm û welatan de heye. Li welatên dewlemend traktor û makîneyên çinînê tên bi karanîn û li gelek welatên xizan û paþdemayî hîn jî bi ga û gîsnê ax ser û bin dibe. Dîsa hîn li cîhanê herêmên ku mirov lê bi dest û dasê paleyî dike jî hene.

Mirov dikare behsa gundên avî û bejî jî bike. Gundên ku li nêzîkî çemekî an jî bîr û kaniyeke ku aveke mezin jê dipijike, dikarin bi alîkariya av û avdanê axa xwe hîn jî biber bikin. Dîsa zibil û ziblê çêkirî jî, ji bo bi berbûnê tê bikarînîn.

Dar û berên gundên avî xwezeya wan gundan xweþik û paqijtir dike. Gundên ku lê av tune ne, bitenê dikarin bi çandiniya ku av jê re ne pêwîst be ve mijûl bibin.

Ji aliyê mulkiyeta ax û gund ve jî di navbera herêman de cudatî heye. Li gelek deveran gundek dikare yan yê malbatekê an jî eþîrekê be, yan jî gelek kes dikarin tev xwedîyê axa gund bin. Yanê kesên ku xwedî zeviyên mezin û biçûk hene.

Hinek kesên ku ne xwedî ax in, lê li gund dimînin û bi nîvî çandiniyê an jî rêncberiyê dikin jî hene.

Bi taybetî li Kurdistanê kesên ku xwediyê gundan an jî axên mezin û fereh in, berê gelek bûn. Li wir ji wan re axa dîhat gotin. Bi zêdebûna nufûs re axatî di van salen dawî de kêm bûye. Di piraniya gundên Kurdistanê de xelk xwediyê parçeyek ax e û li ser vê axa xwe bi çandiniyê ve mijûl dibe.

Li Kurdistanê wek hemû welatên din yên cîhanê bi hezaran gund hene. Hîn piraniya wan gundan di rewþa jiyaneke kevneþop de dijîn. Herçiqas di van salên dawîn de, elektirîk hatibe hinek gundan jî, hîn pirsa ava vexwarinê, tendurustiyê, rê, û elektirîkê di gelek gundan de, çareser nebûye. Dîsa ji ber ku di piraniya gundan de, dibistan tune ne, perwerdekirina zarokan jî gelekî zehmet e. Zimanê perwerde kirinê jî ne bi kurdî ye.

Li gelek deran, ji bo ku mirov bikaribe nexweþekî xwe bigîhîne nexweþxana bajêr, divê ku mirov bi saetan bi rê ve here. Li herêmên çiyayî zivistan hîn zehmetir e.

Çandiniya ku li gundên Kurdistanê dibe, pir bi ber e. Hem ji aliyê avhewa ve û hem jî ji aliyê zad, mêwe û heþinahî ve gundên Kurdistanê ciyê çandiniyê ye. Ji ber ku li Kurdistanê gelek çem û kanî hene, gelek gund avî ne. Bîr zêde bûne. Çiya û zozanên welêt jî, ji bo xwedîkirina pez û dewar xwezayeke dewlemend e. Bi hezaran mîh, berx, ga, mange, conge û golik dikarin bi gîhayên biharê, li zozanan zikê xwe têr bikin. Û ew gîha him ji aliyê goþt û þîr ve û him jî ji aliyê aboriya gundiyan ve bersiva gelek hewcedariyên pêwîst dide.

Dîsa li çiyayên welêt dar û daristan hene. Di germa havînê de, piþtî paleyiyê û karên din, di siya daran de bîngirtin û raketin, kêfeke xweþ dide mirovan.

Berê þivan û gavanên Kurdistanê jî, bi bilûr û stranên xwe jiyana gund û zozanan dewlemend dikirin. Lê çi heyf ku îro ew gelek kêm bûne.

Dîsa çi heyf ku îro bi deh hezaran gundî ji bo sedemêm siyasî nikarin çandiniyê bikin û pez û dewar xwedî bikin. Gelekan ji gundên xwe barkirine û ber bi bajaran ve koç kirine.

Pirs:

1. Di dema pêþin de civakên destpêkê kîjan bûn?

2. Civaka gund civakeke çawa ye?

3. Gundên Kurdistanê çawa ne?

4. Çi ferq di navbera gundên Kurdistanê û yên welatekî dewlemend û pêþketî de hene ?

5. Mirov li gundan bi çi ve mijûl dibin û çawa?

6. Li gundên welêt çi tê çandin û kîjan heywan tên xwedî kirin?

7. Behsa gundê xwe bike û navên çend gundên cîran binivîsîne!



  
M. Elî Tuysuz
alikosan1@hotmail.com




Bu köþe yazýsý 1414 defa okundu. Toplam 1440 kelime

Yazdýrýlabilir Sayfa Yazdýrýlabilir Sayfa


[ Geri Dön: M. Elî Tuysuz ] - [ Yazarlar Ýndeksi ]

Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2009 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.